‘Sûdanî yên koçber bûne derbarê vegerê de bi fikar in’

Jinên Sûdanê yên koçber û penaber bi gelek zehmetiyên li derveyî welatê xwe dibînin re rûbirû ne. Bi vegerandina hinek herêmên Sûdanê weke paytexta Xartûmê fikarên jinên koçber zêde dibin.

Qahîre – Pevçûnên di navbera Hêzên Piştgiriya Lezgîn û artêşa Sûdanê de didome. Ji ber şer û pevçûnan bi hezaran Sûdanî neçar man welat biterikînin. Di van demên dawî de piştî ku artêşa Sûdanê gelek herêm bi dest xistin atmosfera şerê li Sûdanê guherî. Vê yekê bû sedem ku der barê vegera bi dilxwazî de di nava koçberan de nîqaş û fikar derkevin pêş. Her wiha zextên destpêka şer heya vê kêliyê li ser koçberan kêm kir.

Ji bo naskirina vê pêvajoyê û bandorên wê yên li ser jinên Sûdanê nûçegihana me Esma Fethî bi Seroka Daîreya Penaberan a Sûdanê li Weqfa Rêberên Misrê ji bo Pêşketinê Rîm Brî re hevdîtinek diyalogî pêk anî.

Rîm Brî di hevdîtina xwe de girîngiya pêşxistina amûrên parastina jinan û peydakirina derfetan ji bo piştevaniya wan di nava bernameyên kar de, tekezkir.